QSD’ê aşkera kir ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê de” li gundewarê Dêrazorê 5 şervanên Hêzên El-Şemal a Demokratîk şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” 5 şervanên Hêzên El-Şemal a Demokratîk şehîd bûne.
Dauxyaniya navendê wiha ye:
“Hêzên me, QSD’ê li herêmên rojhilat û bakurê Dêrazorê ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên narkotîkê, operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ dest pê kir.
Operasyon li ser bangewaziya rûspiyên herêmê û piştî zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ’ê dest pê kir.
Di wê operasyonê de gelek pêkhateyên hêzên me beşdar in.
Di operasyonê de, 5 şervanên Hêzên El-Şemal a Demokratîk piştî berxwedaneke dîrokî li hember şaneyên rêxistina terorîst, bazirgan û sûcdaran şehîd bûn.
QSD sersaxî ji malbatên şehîdên xwe re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan, parastina ewlehiya herêmê û welatiyan dubare kir.
Li gor daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û paşnav: Feyad Tirad El Ebdullah
Navê dayîkê: Meryem
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Idlib 1987`an
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023
Nav û paşnav: Mihemed Mahir Helîb
Navê dayîkê: Buseyne
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1996
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023
Nav û paşnav: Mistefa Xalid Xetîb
Navê dayîkê: Xaldiye
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1992
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023
Nav û paşnav: Mihemed Omer El Taha
Navê dayîkê: Nahid
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1993
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023
Nav û paşnav: Xalid Hemûd Zêno
Navê dayîkê: Rehme
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1992
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023