QSD derbarê rewşa dawî a opersyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ daxuyaniyek da û
ragihand ku li gundê şihêl yê Dêrazor di dema pêşdeçûna hêzên wan di operasyonê de, çeteyên DAIŞ dijî dewriyeya wan êriş pêk anîye.
QSD: Di êrişê de şervanekî me û du sivîl şehîd bûn
QSD diyar kir ku di bersivdayînê de, şervanek û 2 sivîl şehîd bûne.
Hêzên QSD dilgiraniya xwe ya li ser şehadeta her du sivîlan anî ziman û tekezî li ser destpêkirina lêkolîneke lezgîn li ser buyerê,
dadgehkirina berpirs û kesên beşdar, girtina wan û sepandina cezayên herî giran li ser wan, kirin.