Rêxistinên Baskê: Ocalan nûnerê siyasî yê gelê Kurd e

Konfederasyonên Sendîkayên Baskê têkîldarî tecrîda li îmraliyê daxuyaniyek dan û agihandin ku Rêber Apo parçeyekî girîng ê çareseriya doza Kurdan e

Di daxuyaniya nivîskî ya Konfederasyonên Sendîkayên Baskê de hat gotin: “Doza Kurdan yek ji pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn e.

Di şerê di navbera Dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê de zêdetirî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha nêzî 4 hezar û 500 gund hatin valakirin û şewitandin.

Bi milyonan mirov koçber bûn û neçar man li herêmên cuda bijîn.”

Konfederasyonên Sendîkayên Baskê di dewama daxuyaniya xwe de dibêje:

“Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 24 sal in di nava şert û mercên giran de, di bin tecrîdeke giran de ye.

Gelê kurd wî nûnerên xwe yên siyasî dibînin.

Ocalan parçeyekî sereke yê çareseriya doza Kurdan e.

Piştgiriya daxwazên azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Kurd weke gaveke girîng a ji bo demokratîkbûna Tirkiyê ye.

Êş û zexta li ser gelê Kurd biqedînin û piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê ya ku çareseriyê misoger dike.”

Back to top button