Li Hesekê Tevgera Xwendekarên Demokratîk meşek li dar xist

Piştgiriya ji bo gerîlayên azadiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dibe. Li Hesekê tevgera xwendekarên demokratîk bi meşekê destek da berxwedana gerîla.

Vê êvarê ji bo piştgiriya berxwedana HPG’ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bi tevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek hat lidarxistin.

Meş ji pêş Parka Rêber Ocalan a li taxa Nasire dest pê kir.

Bi dehan endamên Tevgera Xwendekarên Demokratîk, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê beşdar bûn.

Meş li kolana sereke ber bi Qada Suryan a li taxa Nasire ve geriya.

Di meşê de diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK’ê hatin berzkirin.

Meş li Qada Suryan vegerî mîtîngê, dûvre Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Malbata Barzanî hevkarê êrişên li ser gerîla ne, êdî wê malbatê îxanet jî derbas kir.

Gerîla rûmeta gel dibparêze divê ew werin parastin.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK’ê bi dawî bû.

Back to top button