Di Roja Pêncşemê de hinek aliyan li Bexdayê hewildana girtina Serokê Eşira Herikî, Cewher Axayê Herkî dabûn. Têkîldarî vê mijarê Cewher Axayê Herkî axivî û diyar kir ku aliyek hewldana revandian û kuştina wî dide.
Serokê Eşira Herikî, Cewher Axayê Herkî têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Roja pêncşema borî, ji Dîlokê berbi Bexda bi rê ketim. Li hotêla ku ez lê dimam hinek kesan bi navê dadê û hikûmetê xwestin min bibîn.
Wan kesan ji min re gotin ku fermana girtina te ji ber sûcdariya kuştinê heye û hewil dan min bigirin.
Piştî demekî hêzên asayîşa nîştimanî yên Bexda gihîştin otelê.
Ji wan re gotin ev mijara siyasî ye û vekişîn.”
Cewher Axayê Herkî wiha domand: “Aliyek hewla kuştinê dide. Hewldaye min birevînin. Dixwazin min teslîm bigirin.
Ji ber ku naxwazin ti eşîret û hêzek bi navê kurdan bin. Ew alî dixwaze tu kole bî.”