Ciwanê li Bazarcixê bi dilxwazî dixebitî: Gel tî û birçî ye

Dewleta Tirk mexdûrên erdhejê terkî mirinê kiriye û heya niha jî gelek kes li benda alikariyê ye. Ji bo pêçandina birînên gel, ji roja ewil ve partî, sazî, rêxistinên di nava tevgerê de ne.

20 ciwanên ku Endamên Meclisa Ciwanên HDP’a Wanê ne di roja ewil a erdhejê de ji bo xebatên alîkariyê çûn navçeya Bazarcixê.

Yek ji wan ciwanan Ferhad Pala ye ku tevî 20 hevalên xwe çûn Bazarcixê dibêje:

“Tîma ku ewil çûn Bazarcixê em bûn.

Ne AFAD ne jî tu saziyên dewletê li wir nebûn..”

Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li Bazarcixê gund bi gund digerin

Kedkarên Tenduristiyê jî 9 roj in li herêmên erdhejê bi awayekî dilxwaz xizmetên tenduristiyê pêşkeş dikin.

Xebatkarên tenduristiyê ku heta niha xwe gihandine 50 gundan, hewl didin birînên mexdûrên erdhejê derman bikin.

Piştevaniya mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin

Rêxistinên jinan jî ji roja desptêkê ya erdhejê ve ji bo jin û zarokan û mexdûrên erdhejê xebatên xwe didomînin.

Li Semsûrê dilxwazan bajarek ji konan ava kir û birînên mexdûran dipêçin

Piştevanî û alîkariya di bin banê Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP, DBP û rêxistinên sivîl de hatiye sazkirin jî, bê navber dewam dike.

Di vê çarçoveyê de li Semsûrê 70 kon hatin vedan.

Malbatên mexdûr li van konan hatin bicihkirin, xizmeta tenduristiyê, xwedîkirin û ewlehî ji wan hat peydakirin.

Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê: Pêdivî bi dermanên êşbir hey

Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Mahmût Sert ku li Semsûrê tevlî xebata alîkarî û piştevaniya bo mexdûran bûbû, banga lezgîn a ji bo dermanan kir.

Back to top button