Li herêmê Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Çalakiyên gel yên bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocekan dewam dike. Îro li Qamilşo, Reqa, Dêrazorê, Kobanê, Şehba û Helebê bi çalakiyan komploya 15’ê sibatê hate şermezarkirin û bang azadiya rêber Apo kirin. 

Komploya Navnetewî ya li dijî rêber Abdulah Ocelan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakî û daxuyaniyan hat şermezarkirin.

  • Qamişlo

LI Qamişlo Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava li dijî komploya navneteweyî bi dxuyaniyekê hemleya paqijkirinê da dest pê kirin.

Hemle ji 15’ê sibatê heta 4’ê Nîsanê bidome.

  • Reqa

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî konê çalakiyê vedan.

Hemû saziyên sivîl û leşkerî serdana kon kirin û li daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyan de Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdulah Ocelan hat şermezar kirin.

Her wiha bang li hemû pekhateyên herêmê kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedan û tekoşîna xwe bilindtir bikin.

  • Dêrazor

Di heman çarçoveyê Meclîsa Dada Civakî ya bajarê Dêra Zorê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kiryareke dijmirovî ye û wiha bi lêv kirin:

Dewletên komploger ji bo berjewendî û siyasetên xwe yên qirêj komplo li dijî rêber Apo pilan kirin.”

  • Kampa Erîşa

Her wiha koçberên kampa Erîşa jî meşek pêk anîn û kompilo şermezar kirin.

Di dawiya meşê de koçberan daxuyaniyek da û baga berdana rêber Apo dan.

  • Kobanê

Meşa Ciwanên Herêma Firatê ya li dijî komplo di roja 2’an dewam dike.

Meşa Ciwanan ber bi navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê berdewam e.

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temê axivî û destnîşan kir ku çalakiyên wan berdewam in heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Ciwan dê 20 kîlometreyan heta Kobanê bimeşin.

  • Şehba

Her wiha yekîtiya Êzidiyên Efrîn û Şehbayê li dijî komploya navneteweyî daxuayniyek da û gotin:

Dewletên Komploger xwestin fkrên rêber Apo di nav gelan de rakirin.

Lê fkirên rêbertî her di nava me de zindî ye.

  • Heleb

Meclisa Giştî ya navçeyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê û Insiyatîfa azadiya Rêber Apo der barê salvergera 24’an yê komplo daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, CPT û rêxistinên mafêm mirovan kirin ku tecrîda li dijî rêber Apo bi dawî bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi erkên xwe rabin.

Back to top button