Koordînasyona KJK’ê, Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê û Tevgera Jinên Azad TJA bi wesîleya salvegera Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyên cuda dan û gotin: “Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe, azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin.”
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Komplo, daxuyaniyek weşand û got: Komploya ku li dijî Rêberê me hatî pêşxistin, komployeke li dijî xeta azadiya jinê û têkoşîna wê ye.
KJK’ê anî ziman ku xeta azadiyê ya Rêber ocalan îro bi jinên Kurd re sînordar nema, bû gerdûnî û got: Îro xeta azadiyê ya Rêberê me, bûye manîfestoya gelan û ji bo hemû mirovahiyê bûye manîfesyona jiyan û têkoşînê.
Lewma têkoşîna me ya azadiya jinê, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi berxwedan û xebatên xwe pûç kir.
NPG: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê komployê parçe bikin
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê jî bi heman wesileyê daxuyaniyek nivîskî da û di şexsê şehîdên ‘Hûn Nikarin Roje Me Tarî Bikin’ de hemû şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.
NPG’ê hemû hêzên ku bûne parçeyê komployê bi hêrseke mezin şermezar kir û ev yek got
“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi girêdanek xurt girêdayî xeta Apoyî ye, wê Komploya Navneteweyî bi hemû ve parçe bikin û têk bibin.
Bêyî ku tawîz ji xeta Apoyî bide, bêyî teredut, bi xwestekek mezin, bawerî, biryardayî û ruhek fedayî wê xwedî li erkên xwe yên pêvajoyê derkevin.
TJA: Ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşîn geştir bibe
Tevgera Jinên Azad jî diyar kir ku divê bi lezgînî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan bi dawî bibe û wiha got: Li Îmraliyê ne hiqûq, tecrîda taybet tê meşandin.
Hêzên navneteweyî yên tevlî komployê bûne jî, di kûrkirina tecrîdê de rola xwe dilîzin.
Lewma ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan divê têkoşîn geştir bibe.
TJA’ê dawiyê komplo şermezar kir û diyar kir ku tekane çareserî azadiya Rêber Apo ye.