Li Sûriyê zêdetirî 5 hezar û 400 kesî jiyana xwe ji dest dan

Di erdheja li Sûriyê hejmara qurmaniyan zêde dibe. Çavdêriya Sûrî ragihand ku li Sûriyê di encama erdhejê de 5 hezar û 417 kesî jiyana xwe ji dest.

Erdheja ku li gelek herêmên Sûriyê pêk hat, bi sedan avahî bi xwe re anî xwarê.

Tîmên lîgerînê li herêmên hilweşiyanyî ji bo derxistina kesên di bin kavilan de bi hemû derfetên xwe kar û xebtên xwe dewam dikin.

Lê hîn jî bi sedan çîrokên bi êş li bin kavilên erdhejê de hene.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR raighand ku heta niha di encama erdheja li Sûriyê de 5 hezar û 417 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Çavdêriyê diyar kir ku ji van 2 hezar û 68 kes ji herêmên hikûemtê û 3 hezar û 349 kes li herêmên di bin dagirkeriyê dewelat Tirk de ne

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku ji bilî van, hezar û 460 welatiyên Sûrî yên li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane jî hene.

Li herêmên dagirkirî ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê guh nadin rizgarkirina xelkê, êşa milet giran tir bûye.

Her wiha gelek alîkarî ku ji aliyê xelkê herêmê û rêveberiya xweser ve jî ji bo herêmê hat şandin jî hat astengkirin.

Alîkariya ku dighêje van herêman jî, çete nahêlin ku bighêje kurdan.

Beriya Niha jî çalakvanekî ereb li Cindirêsê behsa cudakariya di dabeşkirina alîkariyan di nava milet de kir..

Back to top button