Rûsya piştî 47 salan careke din berê xwe dide ser heyvê

Rûsya piştgî 47 salan yekem gera fezayê ya ku dakeve ser rûyê Heyvê dest pê kir.
Rûsya armac dike bibe welatê yekem ku dakeve qutba başûrê Heyvê.
Berî niha jî di 22’ê Tebaxa 1976’an de di dema Yekîtiya Sovyetê de ev gav hatibû avêtin.

Rûsyayê di nava nîv sedsalê de yekem mîsyona fezayê ku dakeve ser rûyê Heyvê dest pê kir.

Rûsya dixwaze bi mîsyona bi navê Luna 25 bibe welatê yekem ku dakeve qutba başûrê Heyvê.

Ev roketa fezayî li gel roketa Soyuz-2.1b ji Baregeha Fezayî ya Vostochny ya li Rojhilata Dûr a Rûsyayê di dema diyarkirî de hat avêtin.

Li gorî hin aliyan dibe ku li qutba başûrê Heyvê av hebin.

Çavkaniyên avê yên muhtemel ên ku werin dîtin dikare ji bo lêgerîna heyvê bibe xalek bingehîn.

Rêvebirê ajansa fezayê ya Rûsyayê Roskosmos diyar kir ew çaverê dikin ku keştiya fezayî di 21’ê Tebaxê de dakeve ser Heyvê.

Mîsyona herî dawî ya bi navê Luna 24 di 22’ê Tebaxa 1976’an de di dema Yekîtiya Sovyetê de hate kirin.

Meha borî Hindistanê jî sondajek şandibû Heyvê.

Mîsyona Hindistanê ya bi navê Chandrayaan-3 jî tê payîn ku 23’ê Tebaxê dakeve ser Heyvê.

Back to top button