Konferansa Kurd a 17. li Ewropayê hat lidarxistin

Konferansa Kurd a 17’emîn li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin.
Di konferansê de behsa tecrîda li dijî Rêber Apo hat kirin.
Û hat gotin ku divê beriya her tiştî Rêber Apo bê azadkirin.

Konferansa Kurd a Navneteweyî ya 17’emîn li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin.

Konferans, her sal ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê-Tirkiyeyê ve tê lidarxistin.

Konferans îsal, bi sernavê ”Yekîtiya Ewropayêi Rojhilata Navîn Kurd” hat organîzekirin.

Û îro jî dewam dike.

”Rola jinên Kurd di têkoşîna azadiya jinan de gelek e”

Di xebatên roja yekê ya konferansê de Seroka Komîsyonê Karîane Westrheîm axivî.

Karîane bal kişand ser 8’ê Adarê û got: ”Rola jinên Kurd di têkoşîna azadiya jinan de gelek e.”

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê jî Karîane ev tişt anî ziman:

”Êrişên tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde bûne”

”Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava yên bi dronan li gorî sala par îsal pir zêde bûne.

Her wiha çekên kîmyewî jî li dijî gerîla bi kar tîne û civaka navneteweyî dengê xwe nake.”

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê-Tirkiyeyê dawiyê de behsa tecrîda li dijî Rêber Apo kir.

Û diyar kir ku divê pêşî Rêber Apo azad bibe.

”Divê hêzên navneteweyî li hember êrişan bêdeng nemînin”

Endamê Rêveber ê heman Komisyonê Dr. Dersîm Dagdevîren jî di konfernasê de axivî.

Dersîm Dagdevîren îşaret bi modela demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û got:

”Dewleta Tirk bê navber li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixe.

Çima hêzên navneteweyî dengê xwe ji dewleta Tirk re nakin. Divê deng bê derxistin.”

”Tecrîda li Îmraliyê her ku diçe girantir dibe”

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk jî mijara ”Şertên Girtinê yên Abdullah Ocalan” pêşkêş kir.

Raziye Ozturk, destnîşan kir ku berxwedana Rêber Apo daye destpêkirin hîn jî dewam dike û wiha dewam kir:

”Pergala tecrîda ku Rêber Apo tê de tê ragirtin, li tu dera cîhanê tune, tecrîd her ku diçe girantir dibe.

Girtîgeha Îmraliyê ji Guantanamoyê xirabtir bûye.

Ewropa li şûna ku hiqûqê bi cih bîne, ji derveyî hiqûqa xwe tevdigere û ev yek jî dibe sedema neçareseriyê.

Ji bo Ewropa bibe mînak divê destpêkê hiqûqa xwe pêk bîne.”

Back to top button