MECLISA SENATORAN A EMERÎKÎ BIRYARA FERIZKIRINA CEZAYAN LI SER DEWLETA TIRK ERÊ KIR

Meclisa Parlementerên Emerîkî ya Kongresê biryara ferizkirina cezayan li ser dewleta Tirk ji ber êrîşên wê li ser Bakurê Sûriyê erê kir.

Biryara ferizkirina cezayan li ser dewleta Tirk ji aliyê 403 senatorên Emerîkî ve hat erêkirin û ji aliyê 16’an ve hat redkirin.

Li gorî biryarê daxwaz ji serokê Emerîkayê Donald Trump tê kirin ku cezayan li ser berpirsên Tirk feriz bike.

Di nava berpirsên ku ceza li ser wan tên ferizkirin Wezîrê Parastinê ya Tirkiyê heye.

Her wiha di nava cezayan de qedexeya firotina çi teknolojiyeke ku artêşa Tirk li dijî bakurê Sûriyê bi kar bîne, heye.

Wezareta Derve ya dewleta Tirk ji aliyê xwe ve biyraya Emerîkayê şermezar kir.

Wezaretê destnîşan kir ku ev biryar ne gorî hevkariya di NATO’ê de ye û her wiha ne li gorî tifaqa Tirkî-Emerîkî ango agirbesta 17’ê vê mehê ye.

Leave a Reply

Back to top button