Demîrtaş: Ger HDP were girtin divê AKP jî were girtin

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê ê dîlgirtî Selahedîn Demîrtaş derbarê doza girtina HDP’ê de diyar kir ger ji ber pêvajoya aştiyê HDP’ê bigirin divê AKP jî were girtin û got, “Lewra şandeyên ku çûn Qendîl û Îmraliyê li ser daxwaz û piştgiriya Erdogan û hikumeta wî çûn.”

Hevserokê Giştî yê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Selahedîn Demîrtaş ku niha li girtîgeha bajarê Edîrne yê Tirkiyê dîlgirtî ye derbarê zext û êrîşên li ser HDP’ê de ji Rojnameya Yenî Yaşam re axivî.

Demîrtaş derbarê doza girtinê ya ku li HDP’ê hatiye vekirin de da zanîn ku diyar bû wê bi zexta MHP’ê û piştgiriya AKP’ê dozeke wiha bihata vekirin.

Demîrtaş diyar kir doza girtinê dozeke siyasî a girêdayî hilbijartinan e û wiha got,

“Ger Dadgeha Destûra Bingehîn li gorî hiqûqê bimeşe divê HDP beraat bike. Na, ger weke aliyekî pêvajoya çareseriyê wê HDP’ê bigirin divê tevî HDP’ê AKP jî were girtin. Ji lewra heyetên ku çûn Qendîl û Îmraliyê li ser daxwaz û piştgiriya Erdogan û desthilata wî çûn.”

Demîrtaş diyar kir ne wan lê Erdogan bixwe bi PKK’ê û Rêber Apo re hevdîtin dikir û wiha dewam kir,

“Me di hevdîtinên aliyan de hêsankarî kir û pêşniyarên xwe yên çareserî pêşkêşî aliyan kir. Lê muxatabê Qendîl û Îmraliyê ne em bûn. Muxatabê fermî Erdogan û hikumeta wî bixwe bûn. Sûcdarkirina HDP’ê durûtî û bê exlaqî ye.”

Selahedîn Demîrtaş derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo jî diyar kir tecrîd sedem û encama bê çaretiyê ye û got,

“Di polîtîkaya Kurd a hikumetê de guhertin çênebe, di tecrîdê de nermbûn pêk nayê. Dema em li polîtîkaya desthilatê ya îro binêrin tê dîtin ku wê ew rewş wê hişktir bibe.”

Demîrtaş bal kişande li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk yên li dijî tecrîdê û got,

“Pêwîste civak di vê mijarê de bihestyar be. Divê ev tecrîda derveyî hiqûqê demildest bi dawî bibe.”

Back to top button