KCK: Em ê bêrîkirina Qazî Mihemed û hevalên wî bibin serî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 74’an a bi darvekirina wan de Qazî Mihemed û hevalên wî bibîr anî û diyar kir ku darvekirina Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Seyîd Riza, di dîroka Kurdistanê de birîneke nekewiyayî ye û got wê neviyên wan armanc û hesretên wan bibin serî.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyek da.

KCK’ê destpêkê Qazî Mihemed û hevalên wî ku beriya 74 salan li Meydana Çarçira a Mahabadê hatin darvekirin bibîr anî.

KCK’ê diyar kir ku ewê bi avakirina Kurdistaneke azad û Îraneke Demokratîk armanc û xeyalên wan bi cih bînin û wiha got,

“Komara Kurd a bi navenda Mahabadê ku 1946’an hate damezirandin dixwest ku di nav sînorên Îranê de xweser be. Lê dewleta Tirk ku ketî ber bayê fikra milliyetgirî û netew-dewletî ya modernîteya kapîtalîst êriş biriye ser vê daxwazê. Di encamê de Komara Mahabadê hilweşiyaye û rêveberên wê hatine darvekirin.”

KCK’ê destnîşan kir ku darvebûna Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Seyîd Riza, di dîroka Kurdistanê de birîneke nekewiyayî ye û her wiha ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tije ders e û diyar kir têkoşîna wan îro di têkoşîna Modernîteya Demokratîk ya Rêber Apo de tê jiyîn.

KCK’ê bi boneya salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevalê wî diyar kir bi nûjenkirina çanda jiyana hevpar a gelan, wê gel bikaribin bi hev re bi azad û aram bijîn û got,

“Bi vî rengî wê çareseriya Kurdistana Azad û Îrana Demokratîk ku hem li dîroka Îranê tê û hem jî bêrîkirina Qazî Mihemed û hevalên wî ye wê derkeve holê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de diyar kir ku wê nevîyên wan bi têkoşîna xwe armanc û hesretên wan bibin serî.

Back to top button