Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 161 kes bi Coronayê ketin û 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa ragihand ku kesên jiyana xwe ji dest dan jinek û 2 mêr in..
Mustefa diyar kir ku 81 mêr û 79 jin bi giştî 161 kesên din jî pêketin.
Mustefa destnîşan kir ku 4 kes jî baş bûne..
Bi van daneyên dawî re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên ku bi Corona kestine bû 10 hezar û 59, ji wan 378 kes mirine û hezar û 307 kes baş bûne..