Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi xwendekarên fakulteya bijîşkî re civiyan

Tenê salek ji derçûna nifşê yekem ê xwendekarên fakulteya Bijîşkî ya zanîngeha Rojava re maye.
Fermandarê Giştî yê QSD Mezlûm Ebdî û Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed bi van xwendekaran re civiyan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyê Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî û Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed MSD’ê Îlham Ehmed bi xwendekarên sala dawî yên Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Rojava re civiyan.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê û hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêvebera Xweser Ciwan Mistefa jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed rewşa siyasî ya herêm û Sûriyê bi giştî şîrove kir.

Îlham Ehmed bal kişand ser nenaskirina Hikûmeta Şamê bi perwerdeya Rêveberiya Xweser û wiha got:

“Hikumeta Şamê xwedî wê hişmendiyê ye ku her tiştê ne li gorî siyaseta xwe înkar dike.”

Ji aliyê xwe ve Fermandarê Giştî yê QSD’e Mezlûm Ebdî behsa avakirina şoreşa Rojava û têkoşîna li dijî êrîşan kir.

Mezlûm Ebdî: Rêveberiya Xweser rê da her pêkhateyek bi zimanê xwe bixwîne

Ebdî got:

“Tevî hemû zehmetiyan, Rêveberiya Xweser rê da zarokên her pêkhateyekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin.”

Mezlûm Ebdî: Derçûna vî nifşê bijîşkan bo gelê me mizgîniyek e

Mezlûm Ebdî şagirtên Fakulteya Bijîşkî û malbatên wan, ji ber îsrara wan li ser xwendina li zanîngeha Rojava, pîroz kirin û got:

“Derçûna vî nifşê bijîşkan ji gelê me re mizgîniyek e, di heman demê de teqez dike ku keda di avakirina dezgehên xwendinê de hatî dayîn bi ser ket û di rêya rast de ye.”

Mezlûm Ebdî: Em hewildanên naskirina navdewletî dewam bikin

Fermandarê Giştî yê QSD’e Mezlûm Ebdî teqezî li ser parastina van destkeftiyan û pêşxistina wan kir,

her wiha teqez kir ku ew ê hewildanên xwe yên bidestxistina naskirineke navdewletî bo bawernameyên zanîngeh û dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bikin.

Mezlûm Ebdî daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir ku derfetên kar bo derçûyên zanîngehên herêmê biafirîne.

Şagirtên fakulteyê jî ji aliyê xwe ve behsa zehmetiyên xwe di dema xwendina li zanîngehê kir û hin pêşniyarên ji bo pêşxistina branş û pêvajoya xwendinê li zanîngehê, pêşkêş kirin.

Back to top button