Komîteya Tenduristiyê ya kantona Girê Spî semînerek li ser xetereyên madeyên hişbir da û rêbazên pêşîgirtina li hişbirê nîqaş kirin.
Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya Komîtya Jinan a meclisa kantonê semîner lidarxist.
Bijîşk Elî El-Hemed semîner birêve bir û weha got:
“Belavbûna madeyên hişbir xetereyeke rasteqîn çêdike,
Û gefeke mezin e ser tevahî beşên civakê, teyîbet ciwanan ku dînamîkên civakê ne.
Lewre divê civak li ser xeteriya madeyên hişbirê were hişyarkirin.
Beşdaran jî nerînên xwe anîn ziman û li ser cureyên hişbirê û rêbazên belavbûna wan gotubêj hatin kirin.
Her wiha sînevîzyonek derbarê xeteriya madayên hişbirê hat pêşandan.
Hêjayî gotinê ye ku wê li gund û bajarokên kantona Girê Spî Semînerên girêdayî mijarê dewam bikin.