Li Silêmaniyê konferansa jinan bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa jinên ji bawerî û pêkhateyên cûda ya di pêşengiya TAJÊ de li Silêmaniyê hat lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû
Di encamnameyê de banga naskirina fermana êzidiyan û pêşîgirtina êrişên dewleta Tirk a dagirker kirin.
Her wiha pekhateyên konferansê li dijî hemû cûre êrişan ji jinan xwestin ku rêxistinya xwe di asta cihanê de pêşbixin.

Li Başûrê Kurdistanên di pêşengiya TAJÊ de Konferansa jinên ji bawerî û pêkhateyên cûda hate li darxistin.

Di Konferansa li bajarê Silêmaniyê de hate lidarxistin gelek partî û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Bi ser navê TAJÊ, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyê, Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan, Komeleya Jinên Azad a Kurdistan û Komîteya Jinên Bakurê Kurdistanê peyam hatin dayîn.

Kesên ku axivîn balkişandin ser têkoşîna jinan ya di veguhestin û parastina nasname, çand û baweriyan de.S

Piştî axaftin û peyamên beşdaran konferans bi dawî bû û encamnameya wê hate eşkerekirin.

Di encammaneyê yek ji xalên sereke ku hate xwestin naskirina komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an

“Pêwîste Iraq komkujiyê bi fermî nas bike”

Pekhatyên konferansê diyar kirin pêwîste parlamentoya Iraqê komkujiyê bi fermî bi nav bike û nasbike.

Bi domdarî di encamnameyê de hate diyar kirin Iraq welatekî xwedî pir çand û nasnameyên etnîkî ye û hate gotin:

Divê Iraq ji bo hemu nasnameyan bibe welatekî hîn azad û ewlehîtir û ji bo pêşxistina vê em biryardariya xwe ya têkoşîna hevbeş dûbare dikin.

“Divê pêşî li êrişên dewleta Tirk werin girtin”

Her wiha li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker jî bang li Iraq û aliyên peywendîdar hate kirin ku xwedî helwest bin û rê li ber êrişan bigrin

Di dawiya Encamnameyê de pêkhateya konferansê berxwedana Jinên Afgan ên li dîjî rejîma Talîban silav kirin û ev tişt anîn ziman:

“Hevgirtin û birêxistinkarina xwe di asta gerdûnî de pêş bixin”

Em têkoşîn û berxwedaniya ku li dijî vê rejîma dij mirovî û neyarê azadiya Jinan ya Jinên Afganîstanê pir bi nîrx dibînin û hevgirtina xwe bi wan re îlan dikin.

Em weke jin ji dil bawerîn ku eger em xwe li ser esasê vîna azad birêxistin bikin, ji bo welatên me, civakên me dê azadî, aştî û demokrasî pêşbikeve, bo wê tevkariya me bi hevre gelekî girînge.”

Back to top button