Bîlançoya şewata li Hawaii giran dibe: 80 Kes mirin

Şewata ku beşek ji girava Hawaîî xwelî heta niha bûye sedema mirina 80 kesî.

8’ê Tebaxê li girava Mauî ya eyaleta Hawaîî ya Amerîkayê şewat derketî hîna ne hatiye kontrolkirin.

Bagera zêde ya li herêmê vemirandina şewatê zehmet dike.

Rayedaran ragihand ku giravek a Hawaîî ya herêma geştiyarî bi tevahî şewitiye.

Her wiha rayedaran eşkerekirin ku heta niha 80 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Metirsiya wê yekê heye ku jimar zêde bibe.

Senatorê Amerîkayê yê eyaleta Hawaîî Brian Schatz, di medya civakî de ragihand ku şewata bûyî sedema ziyanên mezin piraniya wê li navçeya Lahaîna ya dîrokî derketiye.

Wezîrê Gihandinê yê Hawaîî Ed Sniffen di daxuyaniyek a çapemeniyê de diyar kir ku bêtirî 11 hezar kesan ji Mauî’yê bi balefiran veguhestine.

Serokê Amerîka Joe Biden ji bo Hawaîî danezana “karesata xwezayî” îmze kir.

Ev danezana ku wê lezê bide alîkariya bo gravê, sûdmend tê dîtin.

Back to top button