Amerîka bo welatiyên xwe yên serdana Tirkiyê bikin hişyarî da

Piştî şiwtandina Qurana pîroz li Swêd û Danîmarka, welatên Rojavayî li ser jiyana welatiyên xwe yên li Tirkiyê bifikarin.
Amerîka hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê û got: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin.

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 27’ê Çile hişyarî dabû welatiyên xwe yên li Tirkiyê û diyar kiribû dibe li dijî hemwelatiyên wan êrişa bersivdayînê pêk were.

Balyozxaneya DYA’yê daxuyaniyek nû ya hişyariyê da welatiyên xwe.

Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de îşaret bi wê yekê anî ku dibe li navçeya Beyoglû ya Stenbolê û derdora wê êrişên bersivdayîna bo “şewitandina Quranê” pêk were.

Di vî derbarî de hişyarî da hemwelatiyên xwe yên li derdora Beyoglûyê dimînin.

Amerîka, Fransa, Îtalya,Spanya, Almanya û Swêdê jî 27’ê Çile hişyariyên têkildarî serdana Tirkiyê weşandibû.

Back to top button