Koordînasyona YPS û YPS JIN nasnameya Zozan Azak eşkere kir

Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê nasnameya şehîd Zozan Azak a di sala 2015’an de li berxwedana xwerêveberiyê şehîd bûbû, eşkere kir.

Koordînasyona YPS û YPS JIN’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Zozan Azak eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk bi ‘plana têkbirinê’ re li hemberî gelê Kurd pêkanînên qirkirinê plan kir.

Li ser vê yekê gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk û rejîma AKP’ê xwe birêxistin kir, li Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr û hwd.

YPS û YPS JIN: Zozan bi rûhê apoyî têkoşîneke mezin nîşan da

YPS û YPS JIN der barê kesayet û xebatên şehîd Zozan de wiha anî ziman:

Zozan li Mersînê ji dayîk bû û mezin bû.

Zozan ku di sala 2015’an de li Amedê di nava xebatên rêxistinkirina hucreyê de cih girt, bi kelacan û morala xwe hêz da hevreyên xwe.

Li hemberî êrîşên giran ên dewleta mêtîngeh a faşîst bi ruhê Apoyî têkoşîneke mezin nîşan da.

Nasnameya şehîd wiha ye.

Nav û Paşnav: Zozan Azak
Cihê ji dayîkbûnê: Mersîn
Navê Dayikê: Munevver
Navê Bav: Fehîm
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Cotmeha 2015 – Farqîn”

Back to top button