Fermandariya Hêzên Asayîşêdi roja Cîhanî ya madeyên hişbirê de daxuyaniyek dan û amarên salekê yên madeyên nakortîk yên hatine desteserkirin eşkere kir.
Fermandariya Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê derbarê amarên salekê yên madeyên hişbirê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê rêveberiya Hêzên Asayîşê Elî El Hesen ve hate xwendin.
Elî El Hesen diyar kir ku ew îro di roja Cîhanî ya madeyên hişbirê de li vir kom dibin û wiha pê de çû:
“Madeyên hişbirê xeteriya wê li ser tevahî Cîhanê heye.
Em jî wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vê diyardeyê bandoriyê dibînin.
Madeyên hişbirê yek ji rêbazên şerê taybet e ku dijmin li dijî ciwanên herêmê bikar tîne.
El Hesen da zanîn ku armanc ji vê yekê projeya netewa demokratîk, ewlehî û aramiya li herêmê derbe bike û wiha anî ziman:
“3 Hezar û 632 kes di 522 dosyên madeyên hibirê de hatin girtin”
“Em Hêzên Asayîşê li herêmê dê heya dawiyê li dijî vê diyardeyê û yên wekî bisekinin û bibin mertal û rê nedin ku li herêma me belav bibe.”
Her wiha di daxuyaniyê de amarên salekê yên madeyên hişbirê yên desteserkirî hatin eşkerekirin:
147 kîlo Kirîstiyal El Mîth
302 kîlo Heşîş
148 Çixareyên Heşîşê
11 hezar û 880 Derzî
838 hezar û 814 Hebên Kibtaxon
Milyonek û 818 hezar û 405 Hebên Hişbirê bi hemû cureyên xwe
7 kîlo û nîv Heybera Hîroyîn
41 şitle ji şînatiya heşîşê
170 şitle ji şînatiya Xişxaşê
14 xiram ji Kokaiînê
Di dawiya daxuyaniyê de Elî El Hesen spasiya hemî hêz û aliyên ku di desteserkirina van madeyan de rol lîst kir û teqez kir dê karê xwe dewam bikin û ewlehiya gel û herêmê biparêzin û ev bang kir:
“Bang me li her aliyê heye ku bi me re bibin alîkar da ku em rê li vê diyardeyê bigrin ji ber ku xeteriya wê li tevahî Cîhanê heye.”