Li Tebqayê konê çalakiyê hat vedan

Bi slogana “kujerê jinên Kobanê û zarokan yek e” Li dijî êrîşên dewleta Tirk Rêveberiya Jinan a Tebqayê konê çalakiyê li pêşiya navenda Ciwana a li bazara navendî ya Tebqayê vegirt.

Bernameya konê çalakiyê bi xwendina daxuyaniyê ji aliyê endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Tebqayê Zehra Hemada dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan şikandin û çewisandina nasnameya jina azad e.

Mînaka vê yekê jî şehîdkirina Hevrîn Xelef, doza jinên Efrînê yên revandî û sûcên kuştinê yên li herêmên dagirkirî li dijî jinan pêk tên.

Hat diyarkirin ku bombebarana artêşa Tirk ji herêma Şengalê û kampa Mexmûrê re dewamkirina rêze-sûcan e.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê 2 rojan dewam bike.

Back to top button