Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyan tevdîr girtine

Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP û Partiya Çepên Kesk diyar kir ku li dijî hîleyên hilbijartinê hemû cureyên tevdîran girtine û gotin: “Tevî hîleyên îktîdara AKP-MHP’ê jî em ê sindoqan biparêzin.” Koordinasyonê her wiha bang li her kesî kir ku xwedî li sindoqan derkevin.

Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyona Hilbijartinê ya partiyan bal kişand ser îxtîma hîleyan a di hilbijartinan de û wiha hate gotin:

“Tevî êrişên îktîdara AKP-MHP’ê ku tevahiya derfetên dewletê ji bo kampanyaya xwe bi kar tînin jî me xebatên pir baş û berhemdar kirin.

Em baş di ferqa fikarên gel ên têkildarî hîle û lîstikên îktîdarê yên ji bo hilbijartinê de ne.

Tevî hîleyên îktîdara AKP-MHP’ê jî em ê sindoqan biparêzin.

Em ê nehêlin tenê yek dengê me bidizin û dê nehêlin vala biçe.”

“100 Hezar partiyî û 3 hezar hiqûqnas amadene dengan biparêzin”

Navenda Şopandin û Koordînasyona hilbijartinê diyar kir ku wan li dijî hîleyên desthilatdariyê tedbîr girtine û wiha domand:

“Wê zêdetirî 100 hezar partiyiyên me yên dilxwaz di roja hilbijartinê de sindoq û dengan biparêzin.

Li gel dilxwazan, her wiha 3 hezar hiqûqnasên me ku dê mudaxaleyî nelirêtiyan bikin û îtîraz bikin hatine peywirdarkirin.

Komîsyona me ya navendî dê bi awayekê hemwext daneyên li databasa YSK’ê hatine barkirin bişopînin. ”

“Divê herkes xwedî li sindoqan derkeve”

Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP û Partiya Çepên Kesk di dawî de bang li her kesî kir ku xwedî li sindoqan derkevin.

Ramazan Yavûz: Divê her kes xwedî li sindoqên li taxa xwe derkeve

Back to top button