Ramazan Yavûz: Divê her kes xwedî li sindoqên li taxa xwe derkeve

Hevserokê Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk yê Stenbolê Ramazan Yavûz diyar kir divê her kes xwedî li sindoqên li dibistana taxa xwe derkeve û got: “Divê gelê me berpirsê dibistanê û hevalên me yên parêzer bi tenê nehêle.”

Hevserokê Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk yê Stenbolê Ramazan Yavûz ji ajansa ANF’ê re axivî

Ramazan Yavûz bal kişand ku ewlehiya sindoqan çima girîng e û wiha got: “Armanca me ya yekem ew e ku em tevbîrên hemû dek û dolabên wekî qutkirina elektrîkê, ketina pisîkan di trafoyê bigirin.

Lewma weke bajar û li seranserê Tirkiye û Kurdistanê jî wek navenda giştî jî em amade ne.

Yavûz bang kir ku divê her kes xwedî li sindoqên li dibistana taxa xwe derkeve û got: “Divê gelê me berpirsê dibistanê û hevalên me yên parêzer bi tenê nehêle.

Ji xeynî vê me hemû tevdîrên ewlekariyê stendine.”

Hevserokê Komîsyona Hilbijartinê ya Çepên Kesk a Stenbolê Ramazan Yavûz diyar kir anî ziman bil gel aram be û bi ser ketine û wiha bi daw kir: “Helbet ev tişt bi saya gelê me pêk hatiye.

Ji ber vê yekê, divê em van sê çar rojên dawî baş bi kar bînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku Partiya Çepên Kesk bidin nasandin.”

Li Colemêrgê desteya sindoqê ji aliyê AKP’ê ve hate diyarkirin

Back to top button