Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk de didome

Şerê nû li herêmên Sûriyê yên dagirkirî, bi taybetî li Efrînê, di nava çeteyên “Tehrîr el-Şam” de ku berê El-Nusra cekdarên xwe ji Idlibê şandin Efrînê, di demekêde ku gotûbêj debarê pêngavên destpêkê yên rêjîma Enqere û Şamê ji bo destpêkirina danûstandinan tê kirin.

Şerê di navbera komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de li kantona Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûrî yên ji aliyê Artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, dewam dike.

Ev pevçûn beriya çend rojan di navbera çeteyên Eniya Şam û Firqeya El-Hemzat de li navenda bajarê Babê ya dagirkirî ya gundewarên rojhilatê Helebê dest pê kir û heta gundên Efrînê yên dagirkirî belav bû.

Heyet Tehrîr El-Şam ket Efrînê

Di encama vî şerî de, çeteyên Heyet Tehrîr Şam ‘Cebhet Enesra’ ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye, Efrîn xist bin kontrola xwe.

Heta niha jî tevgera çûnûhatinê li wan deveran hatiye rawestandin û çeteyên El Colanî xwe belav dike.

Dagirkeriya Tirk jî piştî çeteyên Heyet Tehrîr Şam Efrîn kontorl kir, bi panzêr û erebeyên leşkerî derbasî bajar bû, lê tu helwesteke fermî heta niha jê derkenetiye.

Faşîzma Tirk gelek caran îdia dike ku ew li dijî terorê şer dike, ji bîr dike ku çeteyên Tehrîr El-Şam Cebhet El-Nusra ku di lîsteya terorê de cih digire..

Danûstandina Enqere û Şamê sedema şer e

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku şerê niha di navbera komên çete yên girêdayî wê de diqewime bi fermana dagirkeriya Tirk e û du armancên wê hene.

Armanca yekem veşartina têkçûn û nekarîna dagirkeriyê ya êrişên li ser bakur û rojhilatê Sûriye ye.

Ya duyemîn jî dilxweşkirina hevkarên xwe yên li Astanayê ye..

Bi taybetî ji ber axaftina li ser nêzîkbûna danûstandinên di navbera hikûmeta Şamê û dagirkeriya Tirkiyê de.

Balafirên Rûsya li Ezaz û Efrînê li çeteyan da

Hemwextî şerê di navbera komên çete yên dewleta Tirk li Efrîn û Babê, balafirên şer ên Rûsyayê, hinek navendên çeteyan li Efrîn û Ezazê bomebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên ji wê deverê, van êrişan çeteyên Firqet Siqûr Şemal kirine armanc.

Ev tevgera Moskoyê di wextekê de tê ku çeteyên Heyet Tehrîr Şam piraniya Efrînê ji destê komên din ên dewleta Tirk derxistine.

Revandin, zext û ferzkirina çarşefa reş li ser jinan tê kirin

Li gorî rayedarên rêxistinên jinan ên li herêmê jî li herêmên dagirkirî kîjan kom dibe bila bibe, ew di mijara hişmendiya li dijî jinê de heman in.

Revandin, zext, binpêkirin û destdirêjiya li dijî jinan li herêmên dagirkirî bêserû ber didome..

Ferzkirina çarşefa reş ji berê de jî lê niha bi zêdeyî li ser jinên li Efrîna dagirkirî têye kirin.

QSD: Dagirkeriya Tirk kembreke reş ava çêdike

Berî niha Hêzên Sûriya Demokratîk bi raporekê eşkere kiribû ku Dewleta Tirk bi rêya belavkirina çeteyên Cebhet El-Nusra û Huras El-Dîn kembereke reş li wê derê çêdike.

Rayedarên QSD’ê: Kîjan kom li Efrînê be ew dagirker e

Li ser vê yekê rayedarên QSD’ê gotin:

Kîjan kom li wir be, ew dagirker e. Weke QSD’ê bi vê nêrînê li wan dinêrin û armanca me jî rizgarkirin e.

Back to top button