Şehîd Hevrîn Xelef…2 sal derbas dibin..kujer nehatine darizandin!

Weke îro berî du salan, yek ji nûnrên aştiyê bi destê hov û devbixwînan hat şehîdxistin.. 12’ê Cotmeha 2019’an, çeteyên Tirkiya dagirker bi awayekî hovane êrîşî erebeya Sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef kirin û ew û ajokarê erebeyê şehîd xistin.. Tevî ku du sal li ser vî sûcî re derbas bûn jî lê heta niha kujerên wan nehatine darizandin û vê jî êş û birîna dayika wê û hemû hezkiriyên wê duqat kiriye.. Dayika şehîd Hevrîn îro ji Televizona me Ronahî re axivî û got heta kujerê keça min neyê darizandin ez ê rehet nebim.

Back to top button