HRE’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê nasnameya şervanê xwe Diyar Efrîn ku di 24’ê Hezîranê di encama qezayekê şehîd bû, eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE, têkildarî şehadeta şervanê xwe Diyar Efrîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HRE’ê diyar kir ku şervanê wan Diyar Efrîn dema ku erka xwe bi cih dianî, di encama qezayekê de şehîd bû û wiha got:

Em ji bo azadiya gelê xwe û xaka xwe bedelên mezin didin.

Hevrêyê me Diyar piştî ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de Efrîn dagir kir, tevî malbata xwe neçar ma koçî Şehbayê bike.

Ji ber ku li hember malbat, gel û xaka xwe berpirsyariya xwe dizanibû, bi xwe rastî wê yekê hat ku ji bilî têkoşîna li dijî dagirkeran ti çareya wî tuneye.”

HRE’ê destnîşan kir ku hevreyê wan Diyar Efrîn di gelek çalakiyê tolhildanê cihê xwe girt û got:

“Hevrêyê me Diyar bi fedakar û kedkariya xwe, wê bibe mînakek jiyana me û tîmsalek tekoşîna me re.”

Hêzên Rizgariya Efrînê soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da û sersaxî ji malbata şehîd re û tevahiya gelên herêmê xwest.

Li gorî daxuyaniya HRE’ê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Diyar Efrîn
Nav û Paşnav: Ziyad Medûr
Navê Dayikê: Sewliyê
Navê Bav: Horo
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê | 24’ê Puşpera 2023

Back to top button