QSD: Şervanê me Ebdulmecîd El Esad ji ber krîza dil şehîd bû

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD ragihand ku şervanê wan Ebdulmecîd El Esad li nuqteyeke leşkerî ji ber krîza dil tevlî karwanê şehîdan bû.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanekî wan ji ber krîza dil şehîd bûye.

QSD’ê diyar kir ku li nuqteyeke leşkerî şervanê wan Ebdulmecîd Ehmed El Esed binasnav Macid di encamê krîza dil de şehîd bû.

Di serî de ji malbata şehîd re, QSD’û ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armacên şehîdan da.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Macid
Nav û paşnav: Ebdulmecîd El Esad
Navê dayikê: Rufe
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Um Medfe/1995
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê/24′ê Hezîrana 2023′yan.”

Back to top button