
Rêveberiya Xweser, Meclisa Leşkerî ya Suryan û KNK’ê bi peyamên cuda cejna Noelê li xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz kir.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi peyamekê Cejna Neolê pîroz kir.
Rêveberiyê hêvî kir ku ev cejn bibe cejna hezkirin, aştî, ewlehî û aramiyê.
Meclisa Leşkerî ya Suryan cejna Noelê pîroz kir
Meclisa Leşkerî ya Suryan jî bi peyamekê Cejna Neolê li pêkhateyên Suryan, Asur, Kiland û Ermen pîroz kir.
Meclisa Leşkerî ya Suryan anî ziman ku ew ê tevî hemû astengiyan parastina herêmê bikin.
KNK’ê hêviya aştî û aramiyê kir
Konseya Rêvebir ya KNKê jî derbarê mijarê de peyamek da û got:
”Em cejnê li hemû Xiristiyanan bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dikin.
Hêvî dikin li her devera cîhanê ev roja pîroz, aştî, aramî, xêr û xweşîya mirovahîyê bi xwe re bîne.”