Parêzerên Başûrê Kurdistanê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Parêzerên Başûrê Kurdistanê jî tevlî pêngava Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bûn.
Parêzeran banga rakirina tecrîdê, destûr dayîna hevdîtinan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Ji bo pêngava cîhanî a ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo parêzeran bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ragihandin

Parêzeran tecrîd weke îşkence û binpêkirinên derhiqûqî pênase kirin û banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo kirin.

Li dijî tecrîdê parêzeran diyar kirin xwedîderketina li Rêber Apo rêya serkeftina gelê Kurde û gotin:

Xwedîderketina li Rêber Ocalan ji bo Kurdan tekane biryara siyasî ya aqilane ye.

Her wiha têkildarî mijarê parêzerên Başûrê Kurdistanê hin daxwazên xwe anî ziman û wiha gotin:

-Em bang li dewleta Tirk dikin ku divê demildest bi Rêber Ocalan re dest bi diyalogê bike û destûra hevdîtinê bê dayîn.

-Divê CPT Tirkiyeyê neçar bike ku tecrîda girankirî li ser birêz Ocalan rake.

Di dawiyê de parêzeran bang li gelê Kurd kirin ku ji bo Azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe xurtir bikin.

Back to top button