Jinên Şehbayê: Ji ber êrişên dewleta Tirk em nikarin zeytûna berhev bikin

Li Şehbayê dema berhevdana zeytûna ya. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Şehbayê xelkê wê deverê nikarin zeytûnên xwe berhevbikiin. Jinên Şehbayê yên tevî êrîşan jî zeytûnan berhev dikiin teqez kirin ku ew ê axa xwe neterikînin û bi biryar li hember êrîşan li ber xwe bidin.

Hîn jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê didome.

Bi taybet li Şehbayê rojane êrîş tên kirin û sivlî tên hedefgirtiin.

Dema çinîna zeytûnan hatiye û xellkê wê ji ber êrîşan nikarin zeytûnên xwe berhevbikin.

Têkildarî êş û zehmetiyên ku şêniyên herêmê dijîn jina bi navê Fatima Hesen wiha anî ziman:

Ji ber êrîşên dewleta Tirk em her dem di nava xof û tirsa de ne.

Bi taybetî di dema çinîna zeytûnan de her sal heman rewş heye.

Jin bi navê Nadîa Elî jî diyar kir ku êrîşên dewleta tirk a dagirker bandoreke cidî li jiyana wan dike û wiha anî ziman:

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk em nikarin zeytûnan berhev bikin.”

Rojane êrîş li ser herêmê tên kirin.

Heta ji amedakekariyên zivistanê jî em bê parin.

“Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li ser axa xwe bimînin”

Sanaa El-Hesen diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk bi taybetî di van 15 rojên dawî de bi giranî li ser asîmanê Şehbayê difirin û got:

Berdêla wê çi dibe bila bibe divê em li ser axa xwe bimînin û neterikînin.

Ev der axa me ye, yên ku diçînin em in û ji bo ku bigihîjin vê xalê me bi hemû hêza xwe xebat kir.

Em ê destûr nedin tu kes axa me ji destên me bigre û dagir bike. Em bi biryar in û em ê berxwedana xwe bidomînin.

Back to top button