Li Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya li Kobanê beşa zanistî hate vekirin

Piştî çend rojan ji vekirina Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya li bajarê Kobanê, li heman akademiyê beşa zanistî jî hate vekirin.

Hejmara kesên tevlî akademiyê bûne, zêdetirî 150 xwendekarî ye.

Di vê beşê de kesên temenê wan di navbera 16 heyanî 35 saliyî jî têne pêşwazîkirin.

Her wiha perwerdeya bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî û fêrkirina kompîturê tê dayîn.

Hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Faris Etê axivî û got ev akademî li ser banga zarokên şehîdan ên herêma Firatê hate vekirin, piştî bi dawîkirina akadimiyê dikarin li herêmên Rêveberiya Xweser kar bi hêsanî kar peyda bikin.

Xwendekaran jî diyar kirin ku ew hatine perwerdeyê da ku bixwînin û fêrî zimanan bibin.

Piştî 6 mehan ji xwendinê bawernameyekê bi dest bixin û êdî dikarin li tavahiya herêmên Rêveberiya Xweser kar bikin.

Back to top button