Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê: Em ji biryara cezakirina girtiyên Behdînan bi fikar in

Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Îraqê derbarê girtiyên Behdînanê de got ku ew ji biryarê bi fikar in.

Nûneritiya Yekîtiya Ewropa derbarê girtiyên Behdînan ku ceza 6 sal li wan hatiye birîn wiha got,

“Em ji Biryarê bi fikiran, di dema dadgehkirinê de rêz li binemayên sereke yên dadgehê nehatiye girtin.”

16’ê Sibata 2021 Dadgeha Ceza ya Hewlêrê li girtiyên Behdînanê 6 sal cezayê girtîgehê birî.

Piştî biryarê parêzaran biryar îtiraz kirin û serî li Dadgeha Temîzê dan.

Back to top button