Zîlan Vejîn: Çareserî xeta sêyemîn e

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku ji bo serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi encam balkişand li ser guhertineke demokratîk li Îranê û got:
“Çareserî di xet û rêya sêyemîn de ye. Divê li rojhilat rêveberiyên xweser were avakirin. Ji bo pêşeroja azad a gelê Kurd em amadene di bin ala Komara Mihabatê de bi hemû hêzên kurdî re tifaqê bikin.

Serhildanên Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû êrişên rejîma Îranê 40 roj li pey xwe hişt û biawayekî bibiryar didome.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê -PJAK’ê beriya çend rojan bi ragihandina danezanekî ji bo serhildanê gel serkeftinê tacîdar bibe hin pêşniyarên çareseriyê ragihandibû.

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn derbarê mijarê de ji ajansa Firatê re axivî..

Zîlan vejîn da zanîn ku xwepêşandanên heyî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê encama zextên rejîma Îranê yê salane ye.

Zîlan diyar jina Kurd di şexsê Jîna Emînî de li dijî vê zûlmê serîrakir û got:

“Serhildana şoreşê bi çirûska Jîna Emînî ve destpêkir, bi pêşengiya jinan didome.

Serhildan li Kurdistanê destpê kir, lê belê Tehran, Tebrîz, Belûcistan û Ahwaz bûne dengê Kurdistanê. Rojhilatê Kurdistan navenda serhildanê ye.

Li Îranê Kurd, Ereb, Belûcî û Azerî; bi kurtasî hemû gel û komên bawerî û etnîkî têne înkarkirin, ji bo wê jî her kes li vê serhildanê xwedî derket.”

Zîlan Vejîn daxuyakirin ku gel bi biryare heta gûhertin di rejîma Îranê de çênebe wê li dev ji qadan berne de.

Zîlan Vejîn: Divê li Rojhilat heremên xweser were avakirin

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku ew çareseriya xwe weke rê û xeta sêyemîn pênase dikin û got:

“Bi navê PJAK û KODAR’ê me beriya niha nexşe û pêşniyarên xwe yên li ser çareseriyê pêşkêş kiribûn.

Çareserî di xeta sêyemîn de ye.

Divê li Îranê destûreke nû ku mafê hebûn, nasnameya gelan û hemû komên etnîkî, olî û çandî yên li Îranê diparêze were derxistin..

Divê Mafê jin, ciwan teqez di destûrê de hebe.

Li ser bingeha parastina yekparebûna xaka Îranê divê rêveberiyên xwecihî bêne avakirin û xurtkirin.

Ji bo karibin li qadên siyasî, aborî, civakî û hemû qadan xwe bi rengekî azad, wekhev îfade û temsîl bikin.”

“Em ji bo pêşeroja gelê xwe amade ne hemû hêzan re tifaqê bikin”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku serkeftina xwepêşandanê bi rola kurdan ve girêdayî ye û got:

“Belûc, Ezerî û Fars bi diruşmê xwe jî didin xuyakirin ku rola Kurdistanê sereke ye. Ji bo wê jî divê hemû partî û rêxistinên kurdî yên rojhilat vê yekê bibînin û li gor wê tevbigerin.

Divê em xwe ji polîtîkayên modernîst, reformîst vegirin. Armanc divê avakirina neteweya demokratîk be, yekîtî û tifaqa neteweyî be.”

Di dawî de Zîlan Vejîn got ew di bin ala Komara Mihabatê de ji bo serkeftina vê serhildanê amadene bi hemû partiyan re tifaqê bikin.

Back to top button