Hevserokên HDP’ê piştî daxuyaniya ku Rêber Ocalan bi rêya parêzeran da û raman û tespîtên xwe parve kirin daxuyanî da û wiha got: Daxuyaniya Rêzdar Ocalan û siyaseta ku heta niha HDP dike li hev dikin. Di stratejiya me ya hilbijartinê de tu guhertin çênebûye.”
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî derbarê peyama Ocalan de daxuyaniyek nivîskî ragihandin.
Hevserokan diyar kirin di stratejiya hilbijartina Stenbolê ya HDP’ê de tiştek neguheriye û her wiha di gavên taktîk de jî tiştek neguheriye.
Daxuyaniya Hevserokên HDP’ê wiha ye:
”Daxuyaniyên Rêzdar Ocalan ên têkildarî HDP’ê, xwedî wate û giranbûneke dîrokî ne.
HDP bi giştî li ser çanda lihevkirina demokratîk veguherandina demokratîk a civakê dide ber xwe.
Em daxuyaniyên Rêzdar Ocalan ên bi heman çarçoweyê ji bo serkeftina demokrasî û aştiyê em pir jiyanî û girîng dibînin.
Di stratejiya hilbijarinê û gavên taktîk ya HDP’ê, ya li ser hilbijartina Stenbolê de, ti guhertin nîn e.”