Xelkê Şengalê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi sedan xelkê Şengalê ji pêkhateyên Ereb û Êzidî li dijî tecrîda li ser rêber Ocelan meşek li dar xistin.

Meş bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Meclisa Xweseriya Demokratîk pêk hat.

Meş heya Çerxerêya Mam Zekî dewam kir, li wir veguherî mîtingê û daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê serokeşîr Nayif Şemo ve hat xwendin û got:

“Di dema herî zehmet de Rêber Apo li Şengalê xwedî derket.

Em weke hemû pêkhateyên Şengalê, divê xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derbikevin.

Ji bo em karibin, agahî ji Rêber Apo bigrin, divê em her dinava çalakiyan de bin.

Em bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin, rewşa Rêber Apo agahiyek bidin û bi raya giştî re parve bikin.”

Back to top button