Li dijî Balafirên Tirkiyê pêngava qedexekirina qada ezmanî

Îro, Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê pêngava haştagê ya ji bo qedexeya qada ezmanî ragihand.
Rêveberiyê bang li her kesî kir ku beşdarî pêngava haşhtagê ku wê 10’ê Kanûnê dest pê bike bibin.

Ji bo giritina qada ezmanî li ber balafirên dewleta Tirk Rêveberiya Xweser pêngaveke haştagê dide destpêkirin.

Têkildarî mijarê, Rêveberiyê li navenda xwe ya Daîreya Têkiliyên Derve li Qamişlo daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ve hat dayîn.

Rêveberiya Xweser pêngava haştagê da destpêkirin

Luqman Ehmê destpêkê qala êrişên dewleta Tirk a li dijî projeya Rêveberiya xweser kir û got;

”Ev proje mafên tevahî pêkhate û beşên gel misoger dike, demokrasiyê pêk tîne û dendika sereke ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye”.

Lê dewleta Tirk dixwaze aramiya li herêmê û vê projeyê têk bibe.

Her wiha armanc dike herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

Luqman Ehemê bal kişand ser bikaranîna çekên qedexekirî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn û ev tişt anî ziman:

“Ji berê de dewleta Tirk êrişên xwe yên bi balafiran xelkên herêmê armanc digirt, lê di 19`ê Midjara borî de êrişên li herêmê zêdetir bûn.

Di wan êrişan de çavkaniyên jiyanê û binesaziya herêmê jî armanc tên girtin.

Ne tenê ev, xeteriya DAÎŞ’ê jî li herêmê zindî dike.

Pêngava hastag a xedexekirina qadaz ezmanî 10’ê Mehê de detpê dike

Ehmê derbarê girîngiya pêngava haştagê ya ji bo qedexeya qada ezmanî jî got;

Pêngava me li dijî şer û sûcên dewleta Tirk ên li herêmê û qirkirina gelan e.

Bi taybet girtina qada ezmanî li ber balafirên dewleta Tirk e.

Hemle dê 10’ê Kanûnê li ser platformên medyaya civakî dest pê bike.

Ji bo parastina welatiya û herêmê, Berdevê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê di dawiyê de ev bang kir:

Em bang gelê herêmê, gelên cîhanê, hemû aliyên siyasî, civakî û diplomatîk dikin ku piştgiriyê bidin pêngava me.

Da ku em dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê û em bi hev re ji bo parastina gelê xwe ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bikin”.

Back to top button