Di şerê li Xezayê de 92 kesên din hatin kuştin

Di roja 148’an ya şerê li Xezayê de 92 kesên din hatin kuştin, 156 kes jî birîndar bûn.
Ji destpêkirina şer heta niha hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de mirin derket 30 hezar 320’an.
Îsraîlê jî eşkere kir, heta ku Hemas lîsta dîl girtiyan nede, ew danûstandinên ji bo agirbestê dewam nakin.

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de ku navenda wê Xeza ye rojane rê li ber encamên giran vedike.

Hejmara kuştî û birîndaran her diçe zêde dibe.

Di roja 148’an de li gelek deverên bajêr şer û êrişên giran qewimîn.

Dezgehên çapemeniyê yên Filistînê ragihandin ku di encama êrişên duh ên li dijî Cibalîye û Deyr el Belah te 17 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin di êrişê de li taxa Deyr el Belah du mal û li Kampa Cibaliyê jî malek hatine hedef girtin.

Li Xezayê hejmara kuştiyan derket 30 hezar û 320’an

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî bîlançoya şer ya 24 seetên dawiyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di êrişên hêzên Îsraîlê de 92 kesên din hatin kuştin, 156 kes jî birîndar bûn.

Tevî van daneyên dawiyê, ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara kesên li Xezayê hatin kuştin derkete 30 hezar 320’an ya birîndaran jî bû 71 hezar 533.

“Heta em lîsta dîlgirtiyan ji Hemasê nestînin danûstandin wê dewam nekin”

Tevî şerê giran yê li Xezayê, niqaşên li ser pêkanîna agirbestê û berdana dîl girtiyan jî dewam dikin.

Li gorî medyaya Amerîkayê Îsraîlê ragihandiye heta ku ew lîsteya dîl girtiyan ji Hemasê nestînin wê danûstandinên agirbestê neyên dewamkirin.

Li gorî rayedarên Îsraîlê ev daxwazên derbarê lîsteyê de ji Misir û Qeterê re hatiye ragihandin ku ev her du welat navbeynkariyê dikin.

Her wiha hate bibîrxistin ku şandeya Îsraîlê ji bo hevdîtinan vê hefteyê çûye paytexta Qeterê Dewhayê lê di danûstandinan de tu lihevkirinek pêk nehatiye.

Şandeya Hemasê li Mosko bi nûnerê Pûtîn re hevdîtin kir

Şandeyeke Hemasê jî serdana Mosko ya paytexta Rûsyayê kir.

Hat diyar kirin şandeyê bi Mihail Bogdanov re ku nûnerê taybet yê serok-dewletê Rûsyayê ê Rojhilata Navîn û Afrîkayê ye, hevdîtin pêk aniye.

Li gorî daxuyaniya Hemasê ya derbarê mijarê de wan di hevdîtinê de li ser rewşa Xezayê û piştgiriya bi gelê Filistînê re niqaşkirine.

Artêşa Amerîkayê wê ji ezman ve alîkariya mirovî bide Xezayê

Li aliyê din Serokê Amerîkayê Joe Biden eşkere kir ku artêşa Amerîkayê wê ji ezman ve alîkariya mirovî bide Xezayê.

Biden ku bi serokwezîra Îtalyayê Georgia Melonî re li Qesra Spî hevdîtin pêk anîn li ser mijarê axivî.

Biden diyar kir dayîna alîkariyê wê di rojên pêş de destpê bike û got, “Washington ji bo hê zêde alîkariyê bişîne herêmê tişta ji dest were wê bike.”

Di roja 147’an de li Xezayê bîlançoya şer giran dibe

Back to top button