Li bajarê Ezazê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, teqîneke bi mezin rû da û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Çavkaniyekî xwecihî ji herêmê ragihand ku li navenda bajarê Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin teqîneke mezin rû da.
Li gorî ajansa Sputnik a Rûsî di encama teqînê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jî birîndar bûne.
Her wiha agir bi gelek erebe û dukanên derdorê ketin.
Ajansê diyar kir ku teqîn li ber xwaringehekê pêk hatiye.