Akademîsyen Eleonora De Majo: Tecrîd pêkanîneke li derveyî mirovahiyê ye

Siyasetmedara Îtalî û akademîsyen Eleonora de Majo “Îlyonora Dî Majo” derbarê tecrîdê û girîngiya paradîgmaya Rêber Apo axivî û got:“Tecrîd pêkanîneke li derveyî mirovahiyê ye.
Ramanên Ocalan îlhamê dide tevgerên civakî yên li tevahiya cîhanê.
Divê paradîgmayên Abdullah Ocalan li dibistanan weke ders bên dayîn.
Em ê hewl didin ku em modela konfederalîzma demokratîk li her derê mînak bigirin.”

Ev 36 meh in Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye û bi ti awayî agahî jê nayê girtin.

Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Şaredariya Napolî ya Îtalyayê û akademîsyena Zanîngeha Palermoyê Eleonora De Majo li ser tecrîda li Îmraliyê û girîngiya paradîgmaya Rêber Apo axivî.

Akademîsyen Eleonora De Majo nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo da û got:

“Tecrîd pêkanîneke li derveyî mirovahiyê ye.

Ji ber vê yekê em hemû destekê didin pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan.

Beriya 9 salan me li Napoliyê hemwelatîbûna rûmetî dabû Ocalan.”

“Divê paradîgmayên Ocalan li dibistanan wek ders bên dayîn”

Eleonora qala girîngiya paradîgmayên Rêber Apo yên li ser bingeha civaka ekolojîk a demokratîk, zayendî-azadîparêz kir û got:

“Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê nirxekî girîng e.

Ramanên Ocalan îlhamê dide tevgerên civakî yên li tevahiya cîhanê.

Gelekî girîng e ku nifşên nû bi ramanên Ocalan ên ekolojîk bi pêş bikevin.

Divê paradîgmayên Abdullah Ocalan li dibistanan weke ders bên dayîn.

Em hewl didin ramanên Ocalan li bajarên xwe bi cih bînin.”

“Em ê modela konfederalîzma demokratîk li her derê mînak bigirin”

Akademîsyen Eleonora De Majo diyar kir ku ew li ser paradîgmaya konfederalîzma demokratîk ê Rêber Apo xebatên akademîk meşandiye û got:

“Tişta ku em dikin û hewl didin bikin ev e ku em modela konfederalîzma demokratîk li her derê bi taybet li Ewropayê mînak bigirin.

Em hewl didin vê yekê li hemû sazî û rêxistinên xwe bi cih bînin.

Ez li ser vê modelê mîna ku modeleke civakî ye dixebitim.”

Pêşenga Femînîst Abha Bhaiya: Fikrê Ocalan ji bo wekheviyê rêyek nû nîşan dide

Back to top button