Hêzên Rizgariya Efrînê li Şêrewa li dagirkeran da

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeran li navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkiriî çalakiya tolhildanê pêk anîn.
Di encama çalakiyê de 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Derbarê çalakiyê de Hêzên Rizgariya Efrînê ev agahî da:

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên me bê navber dewam dikin, hemberî van êrîşan çalakiya tolhildana şehîdên Efrînê hatiye li dar xistin.

HRE: Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin

Di roja 29’ê Sibatê li Gundê Kîmarê ya navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê hêzên me çalakiyek tolhildanê li dijî baregeha dagirkeriya Tirk li darxistin.

Di encama va çalakiyê de 2 leşkerê artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Back to top button