63 rewşên nû yên vîrûsa Coronayê hatin tomarakirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 63 rewşên nû yên vîrûsa coronayê hatin tomarakirin.

Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 63 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.

Ew jî;

  • 29 li Hesekê
  • 13 li Reqa
  • 6 li Qamşlo
  • 5 li Tebqa
  • 3 li Til Temir
  • 2 li Dêrikê, 2 li Kobanê
  • 1 li Amûdê, 1 li Kampa Holê, 1 li Çil Axa

Desteyê diyar kir ku, 9 kesên din ji vîrûsa coronayê jî rihet bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 903’an, 291’an ji wan baş bûne û 46’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button