Artêşa niştimanî ya Lîbî êrîşeka DAIŞ’ê şikand

Li bajarê Sebha ya li başûrê Lîbyayê, artêşa niştimanî êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê şikand û çend çete girtin.
Malpereke istixbaratî ya Fransî jî eşkere kir ku Pêncşema bê li Parîsê, Hefter, Serac û Salih, di bin çavdêriya NY de dicivin.

Artêşa niştimanî ya Lîbî, êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê li taxa Ebdulkafî ya li bajarê Sebha, şikand.

Ji berpirsyarên artêşa Lîbî, Xalid Mehcûb eşkere kir ku, di navbera hêzeke artêşê û girûpeke çeteyan şer derket.

Mehcûb diyar kir ku çeteyan çekên navîn û yên giran bi kar anîn û hêzên artêşê karîbûn êrîşê bişkînin û çend çeteyan desteser bikin.

Berya niha çavkanîne ewlekarî û leşkerî yên Lîbî, tevgera girûpên terorîst û çeteyan li çend bajarên başûrê Lîbya piştrast kir û teqez kir ku ev çete bi dizî tên biçekkirin.

Çavkaniyan da zanîn jî ku ev yek di çarçoveya belavkirina tevliheviyan, ji bo derbasbûna dagirkeriya Tirk, ku dixwaze dest deyne ser zeviyên petrol û gazê, rewa bibe.

Roja pêncşemê aliyên Lîbyayê wê li Fransa bicivin

Malpera ”Intellegance On line” a istîxbaratî eşkere kir ku, roja Pêncşemê li Parîsê, civîneke Lîbî bi beşdariya Serokê Parlemanê Uqeyle Salih, fermandarê artêşa niştimanî Xelîfe Hefter û serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac, tê lidarxistin.

Malpera Fransî teqez kir ku ev civîn wê di bin sîwana NY de were lidarxistin.

Li gorî Malperê, ev civîn weke berdewamiya danûstandinên Lîbî yên hefteya borî li Mexribê hatibûn lidarxistin e û Fransa dixwaze nûnerên dîplomatîk jji Almanya û Îtaliya, ji bo destekdayîna danûstandinan, beşdar bibin.

Li ser vê yekê, berdevkê Meclisa Serokatiyê ya Wîfaqê Xalib El-Zeq’elî raporên vê malperê red kirin û teqez kir ku ne di demeke nêzîk, ne jî di demeke dûr de, Serac vi Hefter re nacive.

Back to top button