Omer Salih: Dixwazin Şengal vegere rewşa beriya sala 2014’an

Serokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan Omer Salih diyar kir ku vegera Şengalê ya li rewşa beriya 2014’an nayê qebûlkirin.
Omer Salilh destnîşan kir ku divê vîna êzîdiyan biryara çarenûsa Şengalê bide, û derfetê neda êrîşan li Şengalê.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser erdîngariya Kurdistanê didomîne û siyasetên dijminahî li dijî kurdan dimeşîne.

Şengal ji dema ku ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dibe armanca êrişan.

Armanca êrîşan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Şengalê û vîna êzidiyan e.

Serokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih destnîşan kir ku ev êrîş ji bo derbekirina berxwedana ku Şengal parastiye.

Omer Salih: Divê em li hember lîstokên dijminan hişyar bin 

Salih îşaret bi îdiayên derew ên li dijî sazî, meclis û hêzên leşkerî yên ku di encama îradeya êzidiyan de ava bûne kir û wiha got:

“Ên van îdiayên derew belav dikin dixwazin Şengal vegere rewşa beriya sala 2014’an û Şengal bê ewlehî û xizmet bimîne.

Îdiayên têne belavkirin berevajîkirina rastiyan e û planeke bi baldarî tê xêzkirin.

Omer Salih destnîşan kir ku divê civaka Êzidî ji lîstok û siyasetên ku xizmeta dijmin civakê dikin hişyar bikin û derfetê nedin êrîşkaran.

Omer Salih: Vîna êzîdiyan wê Şengalê bi rê ve bibe

Serokê PADÊ bi bîr xist ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kir, pêşmergeyên PDK’ê Şengal hişt û ev peyam da:

“Bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê, bê berxwedan Şengal ji DAIŞ’ê re hiştin.

Em qet vegera pêşmergeyan qebûl nakin.

Vîna Êzidiyan wê çarenûsa Şengalê diyar bike, divê Şengalî civaka xwe bi rê ve bibin.”

Back to top button