Îro li Koşka Spî, peymanên Îmarat û Behreyn bi Israîlê re tên îmzekirin

Îro li Koşka Spî, her du peymanên aştiyê yên Îmarat û Behreyn, ku li bi Israîlê re li ser hatibû lihevkirin, tên îmzekirin.

Şandeya Îmaratê bi serkêşiya wezîrê wê yê derve Şêx Ebdella Bin Zayid e, her wiha ya Israîlê bi serokatiya Benjamin Netanyahu ye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îmaratê, şandeya wan ji wezîrê aborî, wezîrê dewletê yê karûbarên darayî, wezîrê dewletê yê karûbarên hevkariya navdewletî û wezîrê pîşesazî û teknolojiya pêşketî, tevî çend berpirsyaran, pêk tê.

Di şandeya Israîlê de jî, serokê pergala Istixbaratan Yosî Kohîn û şêwermendê ewlehiya niştimanî Mu’îr bin Şubat hene.

Her wiha şandeya Behreynê jî wê serkêşiya wezîrê wê yê derve Ebdilletîf El-Ziyanî be.

Merasîmên îmzekirinê wê bi beşdariya serokê Amerîkayê Donald Trump û şêwermendê wî Jared Kushner, tevî gelek berpirsên Amerîkî û navdewletî, bên kirin.

Back to top button