Greva birçîbûnê li zindan, Mexmûr û Yûnanistanê dewam e

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li zindan, Mexmûr û Yûnanistanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan hîna ku dar in.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 47’emîn de, ye.

Li Kampa Mexmûrê jî, ev gava ku bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de dest pê kir, di roja 24 de li dar e.

Her wiha li kampa Lavrîo ya Yûnanîstanê jî, çalakî di roja xwe ya 9’emîn de dewam dike.

Li dijî Tecrîdê, ji 27 Mijdara borî ve, têkoşînek mezin ji aliyê berxwedêrên zindanan ve li dar e.

Li girtiyê bi navê Firat Darî, ji ber bi Kurdî axivî ceza lê birîn

Girtiyê bi navê Firat darî ku li girtîgeha bajarê Tokatê girtiye, ji ber bi telefonê bi dayika xwe re bi kurdî axiviyê, cezayê qedexekirina hevdîtina bi telefonê lê hatiye birîn.

Malbatên girtiyan jî banga xwedîderketina greva birçîbûnê li raya girştî kirin û gotin:

“Daxwazên girtiyan daxwazeke rewa ye û divê rayedarên dewletê berpirsiyariya xwe pêk bînin.”

Li Mexmûrê jî çalakiya grevê berdewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya Kampa Penaberan a Mexmûrê jî di roja 26’an de bi koma 13’emîn dewam dike.

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîdê di roja 9’an de ye.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan didome.

Kongreya Civaka Demokratîka a Kurdistaniyên li Ewropayê bi daxwaza azadiya Rêber Apo li paytexta Almanya Berlînê çalakiya rûniştinê ya ku ji bo 5 rojan da destpêkirin, di roja 2’emîn de didome.

HDP li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan kampanyayek ragihand

HDP li dijî tecrîdê kampanya dide destpêkirin

Her wiha Partiya Gelan a Demokratîk- HDP’ê jî bi daxuyaniyekî ragihand ew li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan kampanyayekî didin destpêkirin.

Back to top button