15 parlamenterî “Hevpeymana Hêviya Kurdistanê” ava kir

Li Bexdaya paytexta Iraqê, beşekî parlamenter û komên partiyên Kurd “Hevpeymana Hêviya Kurdistanê” ava kir.

Di nav parlamena Iraqê de, 15 parlamenterên Kurd bi hev re, ji derveyî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), “Hevpeymana Hêviya Kurdistanê” ava kir.

Li gorî daxuyaniya vê Hevpeymanê,

Hevpeymana Hêviya Kurdistanê dê di navbera hikûmeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê de têkoşînê bike û li dijî gendelî û sextekarioyê derkeve.

Ev hevpeymanî ji parlamenterên Tevgera Goran,Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Serbixwe, Ayînde, Sirwe û Parlamentera Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê pêk tên.

Serokkomarê Iraqê bi Hevpeymana Hêviya Kurdistanê re civiya

Her wiha îro Serokkomarê Iraqê bi Hevpeymana Hêviya Kurdistanê re civiya.

Li gorî daxuyaniya ragihandina ofîsa serokkomartiyê, di civînê de behsa hilbijartinên pêşwext hatiye kirin.

Hate gotin ku divê hilbijartinên pêşwext yên Iraqê bi awayek şefaf were kirin û ji sixtekariyê dûr be.

Ev hevpeymanî ji parlamenterên Tevgera Goran,Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Serbixwe, Ayînde, Sirwe û Parlamentera Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê pêk tên.

Back to top button