Mismarî: Me 19 zirxdarên Tirkiyê teqandin

Artêşa Netewî ya Lîbyayê, 19 erebeyên zirxî yên dewleta Tirk teqandin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya artêşa Netewî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku balafirên wan ên şer 19 erebeyên zirxî yên dewleta Tirk teqandin.

Der barê vê yekê de, Mismarî daxuyaniyek da û ragihand ku li ser bingeha agahiyên istixbaratî, artêşa netewî 19 erebeyên zirxî yê Tirkiyê dema ku ji gemiya sivîl a Tirkî li derava bajarê Misratayê şopandin.

Di encamê de, gava erebeyên zirxî derbasî embargehên çekan bûn, ji aliyê pergala asmanî ya artêşa Lîbyayê ve hatin teqandin.

Mismarî diyar kir ku ji ber ev embargeh çek, cebilxane û moşekan dihindirîne, gelek teqîn li pey hev rû dan.

Berdevkê artêşa Lîbî teqez kir ku piştî vê operasyonê, balafirên wan bi selametî vegeriyan baregehên xwe.

Leave a Reply

Back to top button