
Rêzeçalakiyên bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Li Qamişlo û Tebqayê şahî hat li darxistin û ev roj hat pîrozkirin.
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê bi dirûşmeya “Em bi hev re zaroktiya xwe û zarokan bi parêzin” ji zarokên bajarê Qamişloyê çalakiyeke li dar xist.
Çalakî li bexçeyê Xwendinê a bajarê Qamişlo bi beşdariya rêxistin û tevgerên jinan, xwendekar û hejmarek zarokên hat lidarxistin.
Di çalakiyê de Koma Girbawî stran gotin.
Piştre endamên Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê diyarî li zarokên beşdar belav kirin.
Her wiha bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê jî li bajêr şahiyeke zarokan hate lidarxistin.
Komeke zarokên bajêr helbest û kurteçîrokên bi xwe nivîsandine ji dehan zarok û xelkê beşdar re xwendin.
Di dawiya şahiyê de Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê diyariyên sembolîk dan zarokan.